Girtîgeha Nexede; Emîr Feqe şandin mirexesiyê

Roja Şemî 18’ê Reşemeha 1403’an a Rojî, Emîr Feqe girtiyê siyasî yê Kurd xelkê gundê “Xorînc” a ser bi bajarê Pîranşarê, piştî danîna barimteya 3ê milyar Tûmenî, ji girtîgeha Nexede bo mirexesiyê hat şandin.
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê siyasî bo 7 rojan bo mirexesiyê hatiye şandin.
Emîr Feqe di destpêka Xermanana 1403an a Rojî de ji aliyê taya 102 ya Dadgeha Cezayê ya Pîranşarê bi serokatiya dadwer Riza Qehremanî Saetlû bi tohmeta “hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” bi 5 sal girtîgeh hatiy cezakirin. Civîna tohmetên vî welatiyê Kurd bi rêya înternetê û bo demeke kin hat lidarxistin.
Ev girtiyê siyasî her wiha di dozeke din de bi tohmeta “xebata li dijî ewlehiya neteweyî ya welat û hevkarîkirina bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” de, ji aliyê dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi 5 sal û 6 meh girtîgeh hat cezakirin.
Sibeha roja Çarşemî 2’ê Cozerdana sala 1403’an a Rojî, hêzên ewlekarî bêyî belgeya dadweriyê bi ser mala Emîr Feqe de girtin û navbirî binçav kirin.
Piştî binçavkirinê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê bo lêpirsînê hat veguhastin û piştî 20 rojan bo girtîgeha Nexedeyê hat veguhastin.
Ev welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzeran re bêpar maye.
Emîr Feqe zewicî ye, zarokek wî heye û serpereştê malê ye.