Roja Çarşemî 15’ê Reşemeh a 1403’an a Rojî, rûniştina dadgeha lêkolînê li ser tohmetên “Mesûd Mihemedî” welatiyê bajarê Bokanê, li taya 101 a dadgeha tawanan a hejmar 2 a vî bajarî birêve çû.

Di vê rûniştina han de ku roja Çarşemî 5ê Reşemehê li taya 101 a Dadgeha Cezayê ya Boukanê bi serokatiya dadwer Mehdî Fexrî hat lidarxistin, Mihemedî li hember tohmeta “propagandaya li dijî hikûmetê” parastina xwe kir.

Di 16’ê Xezelwer a sala 1403’an a Rojî de, Mesûd Mihemedî bêyî belgeya dadgehê li cihê kar li cadeya Azadegan a Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û piştre hêzên ewlehiyê avêtin ser mala wî û lêgerîn kirin.

Ev welatiyê Kurd ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtilaata Urmiyê hat veguhastin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, bo girtîgeha Bokanê hat veguhastin.

 Muhemedî di 3’ê Sermawez a sala 1403’an a Rojî de, piştî danîna barimteya 600 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Bokanê hat berdan.

Mesûd Mihemedî xelkê gundê “Gol”a ser bi bajarê Bokanê ye.