Cewad Sewarî, birayê Fuad Sewarî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, li bajarê Dîwandereyê hat binçavkirin

19:18 - 16 Şibat 2025

Roja Yekşemî 28ê Rêbendana 1403an a Rojî, Cewad Sewarî birayê Fuad Sewarî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan Azadî, piştî gazîkirina bo îdareya îtilaata vî bajarî, li bajarê Dîwanderê hate binçavkirin.
 
 Sewarî bi rêya telefonê gef lê hat kirin ku eger serdana Îdareya Îtlaata Dîwandereyê neke dê were binçavkirin.
 
Di Sermaweza sala 1402an a Rojî de, Cewad Sewarî di yekemîn salvegera kuştina birayê xwe de ji bo Îdareya Dîwandereyê hatibû gazîkirin û hêzên ewlehiyê gef li wî xwaribûn ku eger merasîma salvegerê li dar bixin, dê bên binçavkirin yan jî winda bibin.
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirina Serwarî û tohmetên ku li dijî wî hatine kirin, berdest nînin.
 
Di 28ê Xezelwer a sala 1401î a Rojî de, Fuad Sewarî, rûniştvanê bajarê Dîwanderê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê yên serkutkar di dema xwepêşandanên gel de li bajêr hate kuştin.