Roja Duşemî 1ê Rêbendana 1403an a Rojî, “Hêrş Navgiranzade” çalakvanê medenî û girtiyê siyasî yê berê yê xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo ciheke nediyar veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlekarîyê ev çalakvanê medenî bêyî ku belgeya dadwerî nîşab bidin, li cihê kar wî binçav kirin e.

Vê çavkaniya agahdar ragihand: Li derheq çarenivîsa vî welatiyê Kurd piştî binçavkirina wî ti zanyariyek li ber dest nîne û endamê kempêyna “Pêşgiriya îdamkirina Pexşan Ezîzî” ye.

Ev girtiyê siyasî yê berê 39 salî ye, zewicî ye û du zarokên wî hene.

Ev welatiyê han di sala 1386’an a Rojî de bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de” bi salek girtîgehê hatibû cezakirin.