Roja Pêncşemî 4’ê Rêbendana 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Aware Şexsî” xelkê “Rebet”a ser bi bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê ev welatiyê hanê bêyî ku belgeya dadwerî nîşan bidin ev binçav kirin e.

Ew welatiyê sivîl xelkê gundê “Nestan” a ser bi bajarê Serdeştê ye.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatîyê Kurd li ber deste.