Seyad Derwêşî birayê Fercad Derwêşî yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ji bo derbaskirina cezayê xwe bo girtîgeha Urmiyê hat veguhastin

12:02 - 22 Îlon 2024

Di rojên derbasbûyî de, Seyad Derwêşî birayê Fercad Derwêşî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî, piştî gazîkirina bo cîbicîkirina cezayê dozgeriya giştî û şoreş a ofîsa Urmiye, bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hat veguhastin. 
 
 Derwîşî pêştir ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê bi tohmeta “propagandakirina dijî hikûmetê” 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. 
 
Roja Yekşemî 10’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, Seyad Derwîşî piştî nêzî du mehan binçavkirinê, bi danîna barimteya Yek milyard Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Urmiyê hatibû azadkirin. 
 
Ev welatî di heyama nêzîkî du mehan de ji binçavkirin û lêpirsînê di odeya takekesî ya girtîgeha Îtlaata Urmiyê de, bi tundî rastî îşkenceyê hatibû û herwisa rastî lêpirsînên tund hatibû. 
 
Seyad Derwêşî di heyama nêzî du mehan de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina malbata xwe bêpar mabû. 
 
Di nîvê Sermaweza sala 1402’an a Rojî de, hêzên ewlehiyê Derwêşî bêyî níşandana belgeya dadgehê, li yek ji şeqamên bajarê Urmiyê binçavkiribûn û ji bo lêpirsînê biribûn girtîgeha Îtlaata Urmiyê. 
 
Êvariya roja Sêşemî 29’ê Xermanana sala 1401’an a Rojî, Fercad Derwêşî temen 23 salî xelkê gundê “Balû”a Urmiyê, di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li şehreka Welîesr a bajarê Urmiyê, bi sedema teqekirina rasterast a hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest da.