Tevî ku zêdetir ji mehekê bi ser binçavkirina welatiyê Kurd ê Pîranşarê Rehman Qadrî re derbas bûye, lê heta niha jî di girtîgeha Nexede de bêçarenivîs e. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, dosyeya dadwerî ya vî welatiyê han bo dadgeha Şoreş a Mehabadê hatiye şandin û heya niha roja dadgehkirina wî nehatiye zanîn. 

Roja Duşemî 22’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, Rehman Qadrî piştî gazîkirina bo Îdareya Îtila`ata Spaha Pasdaran a Pîranşarê hate binçavkirin. 

Ev welatiyê Kurd beriya niha jî gelek caran ji aliyê saziyên ewlehiyê ve hatibû gazîkirin û lêpirsîn lê hatibû kirin. 

Rehman Qadrî, temen 25 salî, kurê Elî û xelkê gundê “Endîze” ya ser bi bajarê Pîranşarê ye.