Girtiyek xelkê Tikabê li girtîgeha Kerecê hat îdamkirin

01:02 - 17 Tebax 2024

Li gor rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, sibeha roja Çarşemî 24ê Gelawêja 1403an a Rojî, girtiyê Kurd bi navê “Nasir Şefi`î” temen 37 salî, kurê Mihemed Hisên, xelkê gundê “Nebî Kend” a ser bi bajarê Tikabê, û rûniştiyêê Tehranê, li Girtîgeha Navendî ya Kerecê hat îdamkirin. 
 
Li gor vê raporê, ev girtiyê han 4 salan berê bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” a hevjîna xwe hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve bi îdamê hatibû cezakirin. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.