Merîwan; Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

16:43 - 1 Tebax 2024

Êvariya roja Çarşemî 10’ê Gelawêja 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Esed Efirence” xelkê gundê “Siyanav”a ser bi bajarê Merîwanê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên  leşkerî yên dewletê li sînorê vî bajarî, hat kuştin. 
 
Li gor çavkanyek haydar, hêzên leşkerî yên dewletê bê haydarkirinek berê li nêzîkî gundê “Oskool”a ser bi bajarê Merîwanê gule berdane kolberan. 
 
Esed Afirince 25 salî ye, zewicî ye û zarokek wî heye. 
 
Li gorî amarên tomar kirî û piştrastkirî li navenda statîstîka Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdpayê, di heyama 6 mehên destpêka sala 2024`an a Zayînî de, bi giştî 287 kolber li sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.