Roja Yekşemî 31’ê Pûşpera 1403’an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Hisên Adak” û “Nezîr Adak” xelkê gundê “Jîvar” a ser bi bajarê Sevlavayê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 

Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlwhiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin ev her du welatî binçavkirin e û piştre bo cihekî nediyar veguhastin e. 

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heta niha şopandina malbata van du welatiyên Kurd ji bo zanîna çarenivîsa wan bê encam bûye. 

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina wan du welatiyên Kurd de tine.