Luqman Hacî Xweş bi danîna barimteyê hat berdan

11:18 - 23 Gulan 2024

Roja Sêşemî 1’ê Cozersana sala 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Luqman Hacî Xweş” temen 40 salî, xelkê bajarê Şinoyê, bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenî heta dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hat azadkirin.  
 
Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev welatiyê han ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatibû veguhastin. 
Roja Şemî 22’ê Banemera 1403’an a Rojî, ev welatiyê Kurd piştî gazîkirina bo îdareya îtila`ata bajarê Şinoyê hatibû binçavkirin. 
 
Luqman Hacîxweş zewicî ye û zarokên wî hene. 
 
Heya niha ti zanyariyên berfireh li derheq sebeba gazîkirin û binçavkirina vî welatiyê Kurd bi dest neketin.