Mehdî Mecîdî welatiyê bajarê Bokanê ji aliyê taya 101 a dadgeha duyemîn a tawanan a vî bajarî ve  bi hepsê hat cezakirin . 

Li gor çavkaniyek agehdar, li ser esasê vê biryarê, Mecîdî bi tohmeta “piştevaniya hikûmeta Îsraîlê” bi 3 sal heps, “propagandakirina dijî hikûmetê” bi salek heps û “bêrêzîkirin li serkirdayetiyê” bi 8 meh heps hat cezakirin û ev cezaya di 6 Banemera 1403an a Rojî de jê re hatiye ragihandin. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê Kurd li hember biryara dadgeha yekem hatiye gilî kirin û dosyeya wî bo dadgeha pêdaçûnê hatiye şandin. 

Mehdî Mecîdî roja Duşemî 15’ê Xezelwera 1402’an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlekarî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin. 

Ev xortê Kurd piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha Bokanê hat veguhastin û di 7ê Befranbar a sala 1402`an a Rojî de, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hatiye azadkirin.