Pîranşar; Binçavkirina ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve
18:14 - 8 Nîsan 2024
Di heyama rojên derbasbûyî de ciwanekî Kurd bi navê “Ramiyar Mihemedzade” temen 19 salî kurê Xalid xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin e.
Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê avêtine ser mala vî welatî û ew binçavkirin e.
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heta niha şopandina malbata vî welatiyê kurd ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, liderheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Ramiyar Mihemedzade de ti agahî nehatine bidestxistin.