Li sînorê “Tete” ya Hewramanê kolberek bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dew letê hat kuştin

21:43 - 17 Nîsan 2024

Roja Çarşemî 29’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, kolberekî Kurd ê bi navê “Şivan Destefken” xelkê bajarê Merîwanê bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê “Tete”ya Hewramanê hat kuştin. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kolberî. 
 
Ev kolber xelkê gundê “Geliyê Pimanê (Geliyê Pembû)” a Merîwanê ye, zewicî ye û xwediyê zarokekê ye. 
 
Her di vê derheqê de, êvariya roja Şemiyê 25’ê Xakelêweya sala 1403’an a Rojî, kolberek din yê bi navê “Omîd Seîdî” xelkê bajarê Sine, li sînorê “Bestam” a bajarê Seqizê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê hat kuştin. 
 
Her wiha êvariya roja Şemiyê  25’ê Xakelêweya sala 1403’an a Rojî, kolberek din bi navê Mêhrdad Ebdullahzade kurê Osman xelkê gundê Marxan a Serdeştê, hêzên leşkerî yên hikûmetê ve guleberdanê  û di encama revînê de ji bilindahiyê ket xwarê.