Sibeha roja Şemiyê 25’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, girtiyê bi navê “Efşîn Baxişîrîn” yê xelkê bajarê Kengawerê, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hat îdamkirin. 

Li gor çavkaniyek agehdar ku ji  Kurdpayê re ragihandiye, ev girtiyê temen 39 salî 6 salan berî niha bi tohmeta “kirîn û firotina mdeyê hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 

Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.