Êvariya roja Yekşemî 9ê Befranbara 1403an a Rojî, “Kuroş Ezîzî” girtiyê siyasî yê berê yê xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd li cihê karê xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û piştre hêzên ewlehiyê avêtine ser mala wî ya şexsî û lêgerînê li mala wî kirine.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Ezîzî de ti agahî nehatine bidestxistin.

Roja Pêncşemî 7ê Sermawez a 1399`an a Rojî, Korûş Ezîzî bi şertê merc ji girtîgeha Şinoyê hatibû berdan.

Her di vê derheqê de, sibeha roja Duşemî 10’ê Befranbara 1403’an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Rehman Tabiş” xelkê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.