Sibeha roja Duşemî 10ê Befranbara 1403an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Rehman Tabiş” xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, demjimêr 4ê sibê hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê avêtine ser mala vî welatiyê han û piştî lêgerîna mala wî bi tundî ew binçav kirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Tabiş de ti agahî nehatine bidestxistin.

Rehman Tabiş xwediyê derbasiya binçavkirin û hepsê ye.