Di rojekê de li bajarê Mehabadê 11 welatiyên Kurd bi navên “Osman naskirî bi (Şiwane) Cehanîfer”, “Eyûb Resûlî”, “Rêbiwar Resûlî”, “Siyamend Seydehmedî”, “Qadir Xeramanfer”, “Kemal Mesûdî”, “Celal Sedefî” , "Yûsif Qal", "Aram Mebzule", "Rehman Dana" û "Zanyar Seydehmedî" bi awayeke beeday ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û piştî debasbûna du rojan li ser binçavkirin û cihê ragirtina wan de tu agahî nehatin bidestxistin.
Li gor çavkaniya agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Sibeha roja Yekşemî 25’ê Sermawez a sala 1403’an a Rojî, bi giştî 11 welatiyên Kurd bi navên “Osman naskirî bi (Şiwane) Cehanîfer”, “Eyûb Resûlî”, “Rêbiwar Resûlî”, “Siyamend Seydehmedî”, “Qadir Xiramanfer”, “Kemal Mesûdî” "Celal Sedefî", "Yûsif Qal", "Aram Mebzule", "Rehman Dana" û "Zanyar Seyedehmedî" li Mehabadê, hêzên bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin avêtin ser malên wan û lêgerîn kirin û ev binçav kirin e.
Li gorî agahiyên ku li Kurdpaye hatine bidestxstin; Ev kes ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatine veguhastin û her di vê pêwendiyê de “Siyamend Seydehmedî” xelkê gundê “Biram” a ser bi Mehabadê piştî çend demjimêran ji binçavkirinê hat azadkirin.
Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser van welatiyên girtî de tine.





