Sibeha roja Yekşemî 25’ê Sermawez a sala 1403’an a Rojî, ciwanekî Kurd ê xelkê Ciwanroyê bi navê “Soheyb Ehmedî” bi sebeba teqeya rasterast a hêzên polîs hat kuştin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, wezîfedarên polîs li taxa “Babacanî” a bajarê Ciwanroyê bêyî haydarkirinek berê teqe li vî ciwanê 20 salî di nava otomobîlê de kirine. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev ciwanê Kurd piştî li ber ketina sê guleyan li ser û stûyê wî, canê xwe ji dest daye. 

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Termê vî xortî bo nexweşxaneya “Hezret Resûl” a bajarê Ciwanroyê hatiye veguhastin. 

Soheyb Ehmedî kuafor bû.