Sibeha roja Çarşemî 21’ê Sermawez a sala 1403’an a Rojî, du girtiyên bi navên “Secad Ezîzî” û “Îbrahîm Valîzade” yên xelkê Miyanavê li girtîgeha vî bajarî de hatin îdamkirin. 

Li gor çavkaniyek agehdar, ev du girtî pêştir bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibûn bincavkirin û di dosyayeke hevbeş de ji aliyê dadgeha dadwerî a Miyandavê ve cezayê îdamkirinê li wan hatibû birîn. 

Ev her du girtî xelkê gundê “Nasirkendî” ya Miyandavê ne.