Mêhrab Ebdulazade yek ji girtiyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî ku di girtîgeha navendî ya Urmiyê de ye, ji aliyê dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi îdamê hat cezakirin.

Li gor çavkaniyek agehdar, di dosyeya vî xortê Kurd de, kuştina hêzeke Besîc bi wî ve hatiye girêdan û di dawiyê de jî bi tometbarkirina “Bexî” û derxistina cezayê îdamê li ser wî ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşê ya Urmiyê, bi serokatiya dadwer "Necefzade" hatiye encam dan.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev ceza li dawiya meha Xermanana sala 1403an a Rojî li girtîgeha navendî ya Urmiyê li ser vî welatî hatiye sepandin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Malbata vî welatiyê girtî ji ber gefên dezgehên ewlehiyê bêdeng mane.

 Ebdulazade di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li şehreka “Welî Esr” a bajarê Urmiyê di Rezbera sala 1401an a Rojî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, ji yek ji navendên ewlehiyê bo girtîgeha navendî a vî bajarî hat veguhastin.

Mêhrab Ebdulazade, temen 26 salî, kurê Mihemed Emîn xelkê gundê “Xoşolan” a ser bi navçeya Somayê ya ser bi bajarê Urmiyê ye.