Sibeha roja Çarşemî 30’ê Sermaweza 1403’an a Rojî, girtiyê bi navê “Şîr Elî Terkêşbend” xelkê bajarê Sehne ya parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Reştê (Lakan) hate îdamkirin.

Ev girtiyê hanê berî niha bi tohmeta “kirîn û frotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn .

Şîr Elî Terkêşbend ji gundê “Siyaçiqa” ya ser bi parêzgeha Sehne ye.

Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.