Sibeha roja Çarşemî 11’ê Rezbera 1403’an a Rojî, bi navê Mewlûd Xalidiyan girtiyê xelkê bajarê Qorve li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hate îdamkirin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han nêzîkî çar salan berî niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn. 

Mewlûd Xalidiyan, zewicî bû, xwedî zarokekê ye û xelkê gundê “Qamlû” ya ser bi bajarê Qorve ye. 

Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.