Sibeha roja Sêşemî 10’ê Rezbera 1403’an a Rojî, du girtiyên bi navên “Nîma Muradî” û “Nesrula Mentî” xelkê Îlamê li girtîgeha navendî ya vî bajarî de hatin îdamkirin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, Nîma Muradî berî du salan û Nesrula Mentî berî çend salan bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibûn binçavkirin û piştre di dosyeyên cuda de ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamkirinê li wan hatibûn birîn. 

Heta niha nûçeya îdamkirina van du girtiyan ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin. 

Wêne: Nesrula Mentî