Tevî ku 2 meh bi ser binçavkirina Ferîd Adak welatiyê Kurd ê xelkê gundê “Jîvar” a ser bi bajarê Sevlavayê re derbas dibe, lê heya niha ti agahî li derhe çarenivîsa wî de nînin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han di meha Pûşpera sala 1403’an a Rojî de, bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Kerecê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Hewldanên şopandina malbata Ferîd Adak ji bo zanîna çarenivîs û cihê ragirtina wî bê encam mane. 

Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina van du welatiyên Kurd de, ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.