Sibeha roja Sêşemî 25’ê Banemera 1403’an a Rojî, girtiyê Kirmaşanê bi navê “Riza Qubadî” li girtîgeha navendî ya bajarê Şîrazê (Adil avayê) hate îdamkirin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê han nêzîkî 5 salan berî niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 

Ev girtiyê han sala 1365’an a Rojî, ji dayîk bibû. 

Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.