Du welatiyên Kurd bi navên “Arvîn Îqbalî” kurê Hoşyar û “Soheyb Îqbalî” kurê Muzefer xelkê bajarê Pawê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin. 

Li gor çavkaniyek haydar, ev du welatî roja Sêşemî 18’ê Banemera 1403’an a Rojî, bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo navendeke ewlehiyê ya bajarê Kirmaşanê hatin veguhastin. 

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser van her du welatiyan de ti zanyariyek tine. 

Wêne ji rastê ber bi çepê: Arvîn û Soheyb Îqbalî