Roja Çarşemî 22’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, “Muhsin Ehmedî” çalakvanê medenî û yek ji amadekarên rêûresma Newrozê li bajarê Karzan a Îlamê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 

Li gor çavkaniyek ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên ewlekarî ev çalakvanê medenî bê nîşandana belgeya dadgehê û binçavkirin e. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Heya niha hewlên malbata Muhsin Ehmedî ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam mane. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Ehmedî de ti agahî tine ne. 

Di 8’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî de, merasima Newrozê li Karzan a ser bi Îlamê bi amadebûna nêzî 60 hezar kesî hat lidarxistin.