Êvariya roja Şemiyê 25’ê Xakelêweya sala 1403’an a Rojî, kolberek bi navê “Omîd Seîdî” xelkê bajarê Sine, li sînorê “Bestam” a bajarê Seqizê, bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê, hat kuştin. 

Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, termê vî kolberî piştî 8 demjimêrên lêgerînê ji aliyê xelkê ve hatiye dîtin û bo pijîşkiya dadwerî ya Seqizê hatiye veguhastin. 

Ev kolber xelkê gundê “Kanî Dêrêj” a ser bi Dêhgolanê ye, zewicî ye û temenê wî nêzîkî 40 salî ye. 

Her di vê derheqê de, êvariya roja Şemiyê 25’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, kolberek din bi navê Mêhrdad Ebdullahzade kurê Osman xelkê gundê Marxan a Serdeştê, bi sbeba teqeya rast a hêzên dewletê bi guleya hêzên dewletê ji bilindahiyê ket.