Sibeha roja Çarşemî 27`ê Befranbarê, 2 welatiyên bi navên “Xelîl Resûlzade” temen 36 salî û xelkê gundê “Şavle” a ser bi bajarê Nexedê û “Ezîz Halxalî” kurê Qehreman û xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û birin cihekî nediyar. 

Li gor çavkaniyeke haydar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, îro Çarşemî demjimêr 4ê sibê hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê avêtine ser mala Xelîl Resûlzade û ew binçav kirine. 

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Her wiha sibeha roja Çarşemî hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê avêtin li ser mala Ezîz Halxalî û navbirî binçavkirin. 

Ezîz Halxalî zewicî ye û du zarokên wî hene. 

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetbarkirina wan du welatiyên Kurd de tine. 

Wêne ji rastê ber bi çepê: Xelîl Resûlzade û Ezîz Halxalî