Êvariya roja Yekşemî 24ê Befranbarê, kolberê bi navê “Cewher Muradî” temen 28 salî û xelkê bajarê Seqizê li sînorê bajarê Banê ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve birîndar bû. 

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdan wî kolberî û di encamê ev kolber li sînorê "Hengejale" ya Banê birîndar bû. 

Di vê bûyerê de lingê wî kolberî bi giranî birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî rakirin nexweşxaneya Bane.