Berdewamiya binçavkirin û nexuyabûna çarenivîsa welatiyekî Merîwanî

01:00 - 10 Çirriya paşîn 2023

Mehek bi ser binçavkirina welatiyê Merîwanê yê bi navê Yedullah Nadirî re derbas dibe lê heya niha jî li derheq rewşa wî de ti agahî nehatin bidestxistin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê 32 salî, ji mafê hebûna parêzer, peywendiyên telefonî û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin. 
 
Vê çavkaniya haydar her wiha got: Nadirî endamê yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê bûye û mehek berî niha piştî wergirtina nameya parastinê vegeriya ye Îranê. 
 
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Yedullah Nadirî piştî vegera bo Îranê, xwe radestî Îdareya Îtilaata Merîwanê kir û piştî wê jî bo cihekî nediyar veguhastin, û ti agahî li derheq rewşa wî de nînin. 
 
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq çarenivîsa vî welatî de berdest nîne.