Bi fermana navçeya Zîve çapxaneya “Pencere” ya bajarê pîşesazî ya bajarê  Seqizê hate daxistin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, sedema daxistina vê çapxaneyê çapkirina wêneyê Pêşewa Qazî Mihemed û Şêx Mehmûd Berzencî, her du ji rêberên navdar ên Kurd, li ser bergê pirtûkekê bûye ku yek ji pirtûkên xwendinê yên Kurdistana Iraqê ne. 

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Parêzgarê Zîve piştî agahdarbûna ji çapkirina wêneyên van her du serkirdeyên navdar ên Kurd, fermana daxistina çapxaneya “Pencere” daye. 

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Piştî fermana parêzgarê Zîve, hêzên ewlehiyê êrîşî vê çapxaneyê kirin û lê vekolînkirin û piştre jî çapxaneyê daxistin. 

Piştî ku çapxaneya "Pencere" hat daxistin 40 kes ji kar hatin derxistin.