Serdeşt; Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve birîndar bû
10:04 - 19 Îlon 2023
Êvariya roja Yekşemî 26ê Xermananê, kolberekî bi navê “Şehram Resûlzade” xelkê Serdeştê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat birîndarkirin.
Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Kanî Zerd” a Serdeştê bêyî haydarkirinek berê rasterast teqe li vî kolberî kirine.
Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî birin navendên tenduristiyê.