Roja Înê 31`ê Xermananê, Kamran Destbaz temen 21 salî, û kurê Mihemed xelkê Dîwandere, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî radestkirina belgeya dadgehê ev xortê kurd binçavkirine. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq rewş, sedema binçavkirin û tohmetbakirina Kamran Destbaz de ti agahî li ber dest nînin.