Roja Şemî 1’ê Rezberê, 3 kolber li sînorê “Tete” ya Hewramanê bi guleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê hatin birîndarkirin. 

Nûçegihanê Kurdpa yê nasnameya 2 ji van kolberan bi navên "Sebah (paşnvê wî ne diyar)" û "Keni`an (paşnavê wî ne diyar)" xelkê Merîwanê eşkere kiriye. 

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule li van kolberan reşandine. 

Ev 3 kolber ji bo çareseriya pizîşkî rakirin navendên pizîşkî yên Merîwanê.