Êvariya roja Yekşemî 26`ê Xermananê, welatiyekî bi navê “Mehdî Hatemî” temen 18 salî û xelkê bajarê Dêwolanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî radestkirina belgeya dadgehê ev welatiyê han binçavkirine. 

Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina vî welatî tune ye. 

Her wiha di heyama sê rojên borî de 2 welatiyên bi navên “Riza Îbrahîmî” û “Secad Seyîdmoradî” xelkê bajarê Dêwolanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar  veguhastin.