Du welatiyên bi navên “Riza Îbrahîmî” û “Secad Seyîdmoradî” xelkê bajarê Dêwolanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar  veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, Riza Îbrahîmî roja Înê 24ê Xermananê bêyî radestkirina belgeya dadgehê û Secad Seyîdmoradî jî roja Şemiyê 25ê Xermananê bêyî radestkirina belgela dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin. 

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina van her du welatiyan de ti zanyariyek tine ye. 

Wêne ji rastê ber bi çepê: Secaf Seyîdmoradî û Riza Îbrahîmî