Roja Înê, 24ê Xermananê, Azad Emînî çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi ser mala vî çalakvanê kurd de girtin û bêyî radestkirina belgeya dadgehê ew binçav kirin. 

Heta dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina  Emînî de ti zanyariyek tineye.