Roja Pêncşemî 23ê meha Xermananê, du welatiyên kurd yên xelkê bajarê Mehabadê yên bi navên Eşkan Fehîm û Riza Endîşe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar  veguhastin. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê avêtine ser malên van her du welatiyan û bi tundûtîjî û lêndanê ew binçavkirine. 

Vê çavkaniya agehdar got jî: Ev her du welatî bi sedema lêdana tund a hêzên ewlehiyê birîndar bûne. 

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina van her du welatiyan de ti zanyariyek tine. 

Wêne ji rastê ber bi çepê: Eşkan Fehîm û Riza Endîşe