Ajansa Kurdpa: Hukmê zindana xortekî Kurd ê Rewanserî li Kirmanşana rojhilatê Kurdistanê, piştî vegerîn ji Dadgeha Pêdeçûna a Kirmaşanê hat kêm kirin.
Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Newîd Ehmedî welatiyê Rewanserî ku ji aliyê dadgeheke bajarê kirmaşanê ve bi 1 sal cezayê girtinê hatbû tometbar kirin, di encamê de hukmê wî ji aliyê Dadgeha Pêdeçûna Kirmaşanê ve bi 3 meh û reojekî hat kêm kirin.
Newîd Ehmedî ê 20 salî kurê Soran Ehmedî, ji aliyê ser dozger Selîm Qenberî ve, 1 sal cez lê hatibû birin.

Dozgeriya Rewanserê, ew du ciwanên Kurd bi tometa endam bûn li yek ji partiyên opozosyona hikûmeta Îslamiya Îranê, mehkûm kiribûn.
Newîd û Soran Ehmedî, payîza borî bo derbaskirina hukmê xwe bi zindana Dîzilava ya Kirmaşanê hatibûn veguhestin.
Heya niha Dadgeha Pêdeçûn a tawanan li Kirmaşanê tu biryarek li ser kêm kirina cezayê Soran Ehmedî ranegihandiye.





