Ajansa Kurdpa: heyeta bi rêbirina rêxirava mafê mirovê Kurdistn, li nivîsik servekiri de ser raporta vê dûmayîkê ya Ehmed Şehîd, raportêrê taybet yê UN ser karobarê Îran, weşand.

Gorekî raporta ajansda nûçe gihaniya Kurdpa; li vê nivîs(Name)ê de ku kopiyik bo Ehmed Şehîd, hatiye şandin, xêncî desxweşî ji ked û mandî bûna vî, nivîsê de hatiye: li raporta dûmahîkê ya teyê birêz de, gelemper berpê kirina sistematîka maf li Kurdistanê de rengê xwe nedaye û heya bas ji rewşa nihaya Kurdistanê jî nekiriye.

Li dirêjiya namê de4 hatiye nivîsîn; mixabin li vê raportê de, mîna raportên pêşde, rastiyên taybet bi mafê mirovê Kurdistan, têde nehatiyê cî kirin û bi forma veşartî maye.cidatî(Tebîz), cidatî danîn li formên curbicur de dij bi xelkê Kurd, dom dike û ev li vê raportê de nehatiye şanî dan û ew berpê kirina maf her wa didome.

Li pişkik li nivîsê de hatiye: bi rêka vê nivîsê, em dixwazin bi te rabigînin ku, xelkê Kurd weku netevik kêm xulyaqt li Îran ku %12 - %15 ji xelkê Îranê tînin pê, li midê 35 salên borî de maf û azadiyên vî li bin here[an de bûye û bi dom jî qurbanî daye.

Li nivîsê de bas ji hidê jî kirine; li pirosa serkuta bizava otonomiya xelkê Kurdistan li dehsalên 80a zayînî de nêzî 10,000 kes ji Kurdan ji aliyê hukûmeta islamiya Îranê de hatine kuştin û bi 1000an kes jî hatine girtin û hews kirine û heya li hindik ji gundan de biryara kuştina bi kom û qir kirina xelkê dane.

Li nivîsê de hatiye; li midê deshitariya komara islamiya Îranê de, gişt xebatên partî û gurûpên siyasiyên Kurd hatine qedexe kirin û xebata siyasî weku tawanik giran çav lêhatiye kirinê û heya civîn û senterên çandî jî bi dujwartirîn rewş hatine serkut kirinê.

Berpirsê heyeta cîbicî kirina rêxirava mafê mirovê Kurdistan li kutayiya nivîsa xwede rû bi Ehmed Şehîd nivîsiye: em hivîdarin ûn wek raportêrê rêxirava UN, pirsgirêka sistematîka berpê kirina mafê mirovê Kurd, serkuta mîdyayan û her wisa pirsgirêka girtiyên siyasiyê Kurd bêxî ber bas û bi dû herî.