Ajansa Kurdpa: dadgeha inqilaba şarê Pawê, hukmê 42 heyv hewsa teizîrî bo 7 welatiyên Kurd ji xelkên vî şarî birî.
Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li 22ê Sermawez, dadgeha inqilaba şarê Pawê, 7 welatiyên Kurd ji xelkên vî şarî, gorekî madda 500a sizadana islamî bi tawana propaganda bo partên Kurdiyên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, bi rewşa torên sosyal, hatine mehkûm kirin.

Navê wan 7 kesên girtî Qanêi Hatemî, Muitesem Şafiî, Cehanbexş Ehmedî, Babek Ebbasî, Mohemmed Nigarî, Aras Hatemî û Goran Behramî hatiye ragihandin ku her 1 ji van bi 6 heyvan hewsa teizîrî hatiye mehkûm kirin.
Bi gotina serekaniyik agadar, çi dukomêntik bo tawanbar kirina van 7 xebatkarên Kurd ser dosya van çinine û dadgeha şarê Pawê tinê li bin bandora Mela Qadir Qadirî de ev 7 xebatkarane bi hewsê mehkûm kirine.
Tê gotin ku Qanêi Hatemî û Mohemmed Nigarî, karbidestê dezgeha karên sinfî(Sindîka)a şarê Pawê bûn ku sala borî de paşî hindê ku hêzên ehlehiyê tûşî girtinê bibûn, cîde li kar bêpar kirin.

Her wisa Muitesem Hatemî û Babek Ebbasî, midê 20 salane ku li qutabxana şarê Pawê de wek mamoste , ku rengeyiya ji kar derxistan van berçave.
Ev xebatkarane li doma prosa girtina xebatkarên çandî û jornalîstiyê Kurd li herêmên Kurdistaniyên Îranê de li heyva Reşema sala borî de hatin girtinê ku li midê vê heyvê de 22 xebatkarên siyasî û çandiyên Kurd li şarê Pawê tûşî girtinê bibûn.





