Ajansa Kurdpa: jinik 27 salî ji xelkê dewera Sewlava, li sedem pirskira komelî, kutayî bi jîna xwe anî.
Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, jinik bi navê “ Ferzanê Ibrahîmî” 27 salî ji xelkê gundê “ Naw” li dewera Hewramana Tezta ser bi şarê Sewlava ku roja Înî, 17ê Xezelwer, agir berdabû xwe, paşî 2 roj man li nexweşxanê canê xwe ji dest da.
Serekaniyik agadar bi nûçe gihaniya Kurd ragihand,” ew jine kurda xwedî 2 zarok bûye û bi hegera hindê ku ji aliyê çen kesan buxtan jê hatibû kirinê, agir berda xwe.

Termê Ferzanê Ibrahîmî, roja borî tev wan 7 karkerên ji xelkê vî gundî ku li sedem qewimiya çon-hatinê li nêzîgundê Hecîc canê xwe ji dest dabûn, bi xakê hatin sipardin.
Her wisa roja Yekşem, 19ê Xezelwer, lawik 19 salî yê Kurd ji xelkê gundê “ Şiyan”a dewera Sinê bi navê “ Mohemmed Seidullahî” hewla xwekuştinê da û li sedem canê xwe ji dest da.
Mohemmed Seidullahî, kurê Behadîn ji xelkê gundê Şiyana dewera Jaweroya Sinê bûye ku lî şareka “ Hesen Ava”a ser bi şarê Sinê bi hegerik neron, kutayî bi jiîna xwe aniye.





