Ajansa Kurdpa: Nebûna ava xwarinê li çend gerek û taxên bajarê Mihabadê, nerazîbûna welatiyan çêkir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Sibêdeya roja Sêşemiyê berwar 9’ê Tîrmeha 2013’an hejimarek li malbatên taxên “Eshabe Sipî” û “Pişt Tep”ya ser bi bajarê Mihabadê bi armanca nîşandana nerazîbûna xwe li ber deriyê Îdareya Avê yaw î bajarî kom bûn.

Welatiyên bajarê Mihabadê bilav kirine , ku Îdareya avê çi hewlekê jibo çareseriya pirsgirêkên welatiyan nade û ewa li demekê deye ku ava bendava Mihabadê tenê jibo parek ji taxên wî bajarî diçe.

Welatiyên wan 2 taxane çendîn sale ku li heyamê demsala Havînê de tûşî pirsgirêka bêavî yê dibin û bi neçarî bi tankêran avê bo xwe diben.