Ajansa Kurdpa: navenda çandî û wêjeyî ya “Sîfa”li Kirmaşanê koerek taybetî ya rexne û lêkolînan li ser helbest û wêjeya Hewramî birêve dibe.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, navenda çandî û wêjeyî ya “Sîfa”li Kirmaşanê, civîna han taybet bi xwendin û lêkolîn bo pirtûka “Bingeh nasîna Helbetan Kurdî ya Hweramî li destpêkê heya niha”li nivîsa “Adil Mihemedpûr”helbestvanê Kurd dêbihê terxan kirin.

Kora han ya rexneyî li berwar 24’ê Tebaxa 2013’an demjimêr 4 heya 7’ê êwarî li zanîngeha Ferheng û Hunera bajarê Kirmaşanê birêve diçe ku hemû wêjevan û Helbestvanek dikare pişikdar be.
Adil Mihemedpûr ji dayîk bûyê sala 1957’an li bajarê Merîwanê ye û pileya xwendina wî, lîsansa ziman û wêjeya Farisî ye û heyamek zaf mamostayên qutabxaneyan bûye.
Nivîskarê Kurd ji bilî karê rojnamenivîsiyê mijûlî lêkolînên wêjeyî û zimanvaniyê ye û xwediyê gelek berheman li ser ziman û rexne û lêkolînên wêjeyî ye.





