Ajansa Kurdpa: Keçeka xwendekar ya temen 20 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê bi destên xizmû kesukarên xwe yên Mesebî hate kuştin.
Li gor rapora ajansa Kurdpa, çend rojan beriya niha keçeka xwendekar ya Kurd binavê “Dunya Mîrî”seva lêdana xizim û kesukarên xwe tûşî xwînrêjya mejî bû û li encam de canê xwe ji dest da.
Kesên nêz ji vê malbatê bilav kirin, Keça xwendekar ji aliyê bavê xwe û birayên xwe li malê hatibû zîndanî kirin û bi gef û hereşeyan ji xwendina zanîngehê hatibû bêpar kirin.

Heval û nêzîkên “Dunya”yê eşkere kirin, vê xwestiye çendîn caran li destê bav û birayên xwe bireve, lê hemû carê li gel lêdan û eşkenceya malbata xwe ya mesebî rûbirû bûye û cara dawiyê roja Sêşemiyê berwar 2’ê Tîrmehê seva lêdan û eşkenceya wan tûşî xwînrêjiya mejî bûye û canê xwe ji dest daye.
Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, li destpêka meha Adara Îsal heya niha 7 jin bi destên xizim û kesukarên xwe hatine kuştin.
Her wisa li gor vê amarê 2 jin û keçeka temen 3’ê salî li derveyî malê bi destên kesên nenas kirî hatine kuştin.
Li gori amara Kurdpayê 3’ê kes ji rêya serbirînê bi awayek hovane hatine kuştin.





