Ajansa Kurdpa: Leşkerekî Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê ku bi darvekirinê hatibû mehkûm kirin,piştî 17 mehan girtinê,bê sûç bûna wî hate îsbat kirin û li zîndanê hate azad kirin.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, welatiyek kurd yê binavê “Ferdîn Fetahî”xelkê gundê “Şêx Şerbet”ya ser bi bajarê Merîwanê ku li sala 2011’an hatibû girtin û piştî 17’ mehan zîndanî kirin li jûra takekesî ya zîndana bajarê Sinê de, roja 28’ê Hezîrana 2013’an bê tawan bûna wî hate îsbat kirin û li zîndanê hate azad kirin.
Ferdîn li meha reşeme ya sala 2011’an de û li demekê de ku li girtîgeha bajarê Kamyaranê Leşker bû, bi tawana alikarî li gel partiyek Kurdî hatibû girtin û jibo zîndana bajarê Sinê hatibû veguhastin.
Bi gotina çavkaniyek haydar, Ferdîn Fetahî li heyamê 17’mehan de ji aliyê hêzên Îttlatî bi xurtî hatiye eşkence kirin û li wî heyamî de çendîn caran hatiye dadgehî kirin.
Leşkerê Kurd li dadgehên destpêkê de bi darvekirinê hate mehkûm kirin,lê piştî nerazîbûna malbat û Parêzerê vî bi 15 salan girtinê hate mehkûm kirin û li encam de piştî heyamekê bê sûç bûna vî hate îsbat kirin û roja 29’ê Hezîranê hate azad kirin.





