Ajansa Kurdpa: Jineka Kurd ya xelkê bajarê Serdeştê û akinciyê welatê Norwêjê li mala xwe de bi destê mêrê xwe hate kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Şewa Duşem berwar 25’ê Hezîranê Helale Xizrî xelkê bajarê Serdeştê û akinciyê welatê Norwêjê, ji aliyê Mêrê xwe yê binavê “Mistefa Xizrî” hate kuştin.

Helale Xizrî xelkê bajarê Serdeştê

Helale Dayika 2 zarokan bû û 10 salan beriya niha tevî mêrê xwe li welatê Norwêjê akincî bibû.

Tê zanîn ku Helelê daxwaza cûd bûnê ji mêrê xwe dikir,lê diyar niye sebebê kuştina vê çiye.