Ajansa Kurdpa: Piştî pitir ji 3’ê mehan ji girtina Jin û Mêrek xelkê Merîwanê, çi nûçeyek li ser rewşa wan li berdest de niye.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, li meha Adara îsal de Jin û Mêrek xelkê bajarê Merîwanê binavên “Beyan Kakexanî” û “Hîwa Daraferîn” ji aliyê hêzên Îttlatî hatine girtin û jibo cihek nediyar hatin veguhastin.
Li wê rojê de 4 welatiyên din binavên “Hêmin, Farûq Rehîmzade”Xelîl Şêrzadî” û “Ebdulla Gulşen”ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatine girtin û heya niha çi nûçe û zaniyariyek li ser rewş wan li berdest da niye.
Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê bilav kirine ku 6 kesên han li pêywendî li gel kuştina endamek berê yê Sipaha Pasdarên Îranê binavê “Îbrahîm Mihemedî”hatine girtin,lê malbatên wan kesan boxtana han diro û çêkirî didin zanîn.
Li meha Adarê de kesek binavê “Îbrahîm Mihemedî” naskirî bi “Bile Qereçî”kurê Elî Derwêş Husêyn û xelkê gundê “Berver”ya ser bi herêma “Kelaterzan”ya bajarê Sinê bi teqeya kesên nenas hate kuştin.
Bi gotina welatiyên herêmê, Îrahîm destekî mezin li tepeseriya xelkê herêmê de hebûye.





